Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezîrê Derve yê Fransayê gihişte Hewlêrê

Yekîtî Media
Piştî serdana xwe ji bo Bexdayê Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian gihişte Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Derve yê Fransa di serdana xwe ya ji Herêma Kurdistanê re, biryar e ligel berpirsên pilebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.
Îro danê sibê Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian gihişte Bexdayê û ligel hejmarek ji berpirsên pilebilind ên Iraqê civiya.
Le Drian di dema civîna xwe de li gel hevpostê xwe yê Iraqî Îbrahîm Caferî de ragihand: “Mebesta serdana min gotûbêjkirina rewşa Iraqê ye piştî nemana DAIŞê û piroseya avakirina Iraqê ye, ku bi sedema şerê DAIŞê ziyaneke mezin li vî welatî bûye”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button