Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê : Kurd duyemîn netewe ne li Sûriyê

Yekîtî Media 16/7/2017

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Evîgdor Lîberman ragihand, ku pirsgirêka Sûriyeyê ya sereke û bingehîn, pirsgirêka demografî ye.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Evîgdor ji rojnameya Komersent a Rûsî re diaxivî û got: “Elewiyên, ku ji salên 1970 yan ve li Sûriyeyê hikûm dikin, tenê ji sedî 13ê ji nişteciyên Sûriyê ne. Ji sedî 64ê nişteciyên Sûriyê ji mezheba sunne ne.

Wezîrê Îsraîlî, ku ji baskê tundajo ya hikûmeta Binyamîn Netenyaho tê hejmartin, behsa kurdan li Sûriyê kir û diyar kir, ku kurd wekî hejmar pêkhateya duyem in li Sûriyê lê nûnertiya wan di desthilata Sûriyê de bi qasê durziyan jî tune ye.

Wezîrê Berevaniya Îsralê her wiha got: “Heta desthilata Sûriyê nûnertiya hemû mozayika demografî ya Sûriyê neke, aramî li Sûriyê peyda nabe û êdî kes vê rewşa heyî napejirîne. Ji ber vê rewşê hikûmeteke rewa li Sûriyê nîne.”

Wezîrê îsraîlî aşkere kir, ku berpirsên Îsraîl, Amerîka û Rûsyayê dê derbarê rêkeftina Amerîka û Rûsyayê ya li ser “deverên aram” li rojavayê başûrê Sûriyê, bicivin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button