Break newsNûçeslide

Wezareta Pêşmerge : Tevgera Heşda Şeibî metirsîdar e

Yekîtî Media

Wezareta Pêşmerge red dike ti rêkeftinek ligel Heşda Şeibî kiribe, ji bo tevgera hêzên wan li sînorê Germiyan.

Rêvebirê Ragihandin û Hişyariyê di Wezareta Pêşmerge de Helgurd Hîkmet ragihand, navçeyên Germiyan û Neqşebend, polîsên îdare û xwecihî ve têne parastin, pêwîst nake ne artêşa Iraqê û na jî Heşda Şeibî bêne wan navçeyan.

Helgurd Hîkmet got jî, tevgera mîlîşyayên Heşda Şeibî li dijî agirbesta di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de ye û metirsîdar e.

Doh, çekdarên çûn sînorê rawestegeha Neqişbendî ku dikeve sînorê bajarokê Kifriyê û daxwaz kirine ku vegerin bo sînorê berî 2003ê, lê rê ji wan re nehatiye dayîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button