Break newsNûçeslide

Wezareta Pêşmerge : Em bê deng nabin û emê berevaniyê bikin

Yekîtî Media 16/10/2017

Îro 16-10-2017, li Dîwana Wezareta Pêşmerge, bi serpereştiya Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî civîna berfireh a Hevpeymaniya Navdewletî hate sazkirin.

Di civînê de Kerîm Şingalî derbarê bûyerên şevê din ên li Kerkûkê zanyarî da beşdarên civînê û got: “Ev plana êrîşkarî û dijminane ya Heşda Şeibî, artêş û Polîsên Federalî yên Iraqê ya li dijî gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê aramî û ewlekariya hemû pêkhateyên Kerkûkê û koçberên Iraqê ketiye metirsiyê.”

Şingalî ragihand, ku hêzên Iraqê bi çekên pêşketî yên Hevpeymanan carekî din êrîş dikin ser navçeyên kurdnişîn û diyar kir: “Wan ti hêcetekî serwerî û yekrêziya xak û gelê Iraqê nehiştine. Ev di demekê de ye, ku her dem behsa binpêkirina destûr û bi hevre jiyana welat dikin.”

Wezîrê Pêşmerge bi wekalet ragihand, ku ew êdî qet li hember êrîşan bê deng nabin û dest ji parastina gelê Kurdistanê nakêşin. Herwiha berpirsiyariya vî şerî jî dikeve ser milê hikûmet û fermandarên leşkerî yên Iraqê.

Kerîm Şingalî biryara Îranê ya girtina deriyên sînor bibîr xist û ev yek weke dorpêça ser gelê Kurdistanê binav kir.

Şingalî careke din banga çareserî û diyalogê li hikûmeta Iraqê kir û diyar kir, ku eger çareserî nebe dê rewşa başûrê Kerkûkê dê weke xwe bimîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button