Break newsNûçeslide

Wezareta Derve ya Tirkiyê: Referandûma Kurdistanê xeletiyeke mezin e

Yekîtî Media 9/6/2017

Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê biryara referandûma Herêma Kurdistanê de got: “Li gorî me ev dê bibe xeletiyeke mezin. Siyaseta Tirkiyê ya derbarê Iraqê de ew e, ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî were parastin.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekî ragihand, ku biryara referandûma Herêma Kurdistanê xeletiyeke mezin e.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Tirkiyê balkişande ser biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û diyar kir, ku ew li dijî vê biryarê bûne û ragihand:

“Em biryara referandûma 25ê Îlonê 2017ê jî di heman çarçoveyê de dinirxînin û vê yekê weke xeletiyeke mezin dibînin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button