Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Trump plana biçekkirin û perwerdekirina dijbereya Sûriyê diguhere

Yekîtî Media 21/7/2017

Medya Amerîkayê radigihîne, ku serokê vî welatî Donald Trump biryar daye bernameya ajansa istîxbaratê CIA yê ya derbarê biçekkirin û perwerdekirina hinek grûbên dijbereya Sûriyê dawî bike.

Berpirsên amerîkî jî dibêjin, ev biryara Trump, nîşan dide ku ew dixwaze di krîza Sûriyê de, bi Rûsiyayê re kar bike.

Roja Pêncşemê 20-07-2017, çavakaniyeke agahdar ji Koşka Spî ji medyaya Amerîkayê re ragihand, ku Sêrokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye, bernameya  Ajansa Navendî ya Îstixbaratê (CIA) ya derbarê perwerdekirin û pirçekkirina dijbereya Sûriyê de bidawî bike.

Bernameya perwerdekirin û pirçekkirina hêzên dijbereya Sûriyê, ji aliyê CIA ve, di sala 2013ê de hatibû ragihandin. Lê bi dirêjahiya şerê navxwe yê Sûriyê ve, vê bernameyê serkeftin bidest nexist.

Li gorî wê çavkaniyê Donald Trump, ev biryar piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokê CIAyê Mayk Pompeo û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Herbert McMaster daye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button