Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Trump: emê navçeyên aram li Sûriyê ava bikin

Yekîtî Media 26/1/2017

Serokê Amerîka Donald Trump di hevdîtinekê de ligel kenala “ABC” a Amerîkî  ragihand ku ewê navçene aram li Sûriyê ava bike, ji bo wan kesên ku ji tundûtûjiyê reviyan e.

Trump got jî, ew di wê baweriyê de ye ku Ewropa şaş bû dema hişt bi milyonan kes derbasî Almaniya û hin welatên din yên Ewropayê bibin.

Li gor projebiryara ku hatiye belavkirin, Serokê Amerîkayê, daxwaz ji wezareta bergîriyê û derve ya welatê xwe kir, ku planeke di dema 90 rojî de deynin, ji bo avakirina navçeyên aram li Sûriyê û welatên cîran. Bêyî ku ti zanyariyên din derbarê cihê wan navçeyan diyar bike, yan di bin çavdêriya kê de be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button