Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Trump di peyama Mûsilê de rola pêşmerge bilind nirxand

Yekîtî Media 11/7/2017

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi boneya kontrolkirina bajarê Mûsilê bi nameyekê pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û xelkê Iraqê kir û herwiha rola qehremaniya pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê jî bilind nirxand.

Trump di nameya xwe de diyar kir, ku hêzên ewlekariya Iraqê bi piştgiriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî karîne bajarê Mûsilê ji kabûsa DAIŞê rizgar bikin û bi vî armancî pîrozbahî li Heyder Ebadî, hêzên ewlekariyê û hemû iraqiyan kir.

Serokê Amerîkayê ji bo malbata kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin daxwaza sersaxiyê kir û hevxemiya xwe ji bo hemû xelkê Iraqê anî ziman.

Trump di namaye xwe de got: “Li gel xelkê Iraqê, em qehramaniya pêşmerge û leşkeran jî dikin, ku jiyana xwe kirin goriyê welatê xwe. Em qurbanîdana wan bilind dinirxînin.”

Di berdewama peyama xwe de Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, ku di 6 mehan de li dijî DAIŞê serkeftineke mezin hatiye bidestxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button