Break newsNûçeslide

Tirkiyê yekem deryê sînorî bi Efrînê re vedike

Yekîtî Media
Ajansa Anadolê belav kiriye, ku Hikûmeta Tirkiyê biryar daye, deriyekî sînorî di navbera Hetayê û Efrînê de veke.
Wê ajansê diyar kir, ku ew derî wê li gundê Hemam yê ser bi devera Qumlu li devera hetayê bê vekirin û ew gund 10 kîlometran ji bajarê Cindirêsê dûr e.
Li gorî daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê, armanca vekirina wî derî asankirina gihandina alîkariyên mirovî û avakirina deverê ye.
Ev yekem derî ye ku Hikûmeta Tirkiyê bi Efrînê re vedike, piştî ku artêşa wê ew bajar dagîrkir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button