Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tirkiyê : Pirçekirina YPGê nayê qebûlkirin

Yekîtî Media 10/5/2017

Di yekem karvedana li hember biryara Koşka Spî ya Amerîka derbarê pirçekirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYD, Tirkiyê nerazîbûna xwe derbarê biryara Donald Trump nîşan da.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Nurettin canikli ragihand, alîkariya Amerîka ya pirçekirina YPGê nayê qebûlkirin.

Koşaka Spî di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, Serokê Amerîka Donald Trump razîbûna xwe nîşan daye bo pirçekirina YPGê bi çekên giran.

Wî berpirsê Tirkiyê got jî, “Hêvîdar in di demên pêş de Amerîka alîkarîkirina leşkerî bo YPGê rabigire.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button