Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tirkiyê mafê welatîbûna ji 130 welatiyî dê bikşîne

Yekîtî Media 5/6/2017

Hikûmeta Tirkiyê ragihand, 130 welatiyên ku niha li derveyî Tirkiyê ne, eger di heyama 3 mehan de venegerin, dê mafê welatiyê ji wan bê standin.

Hikûmeta Tirkiyê derbarê mijarê de lîsteyek amade kir û lîste îro di rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Bo vegerê 3 meh molet tê dayîn û eger ku venegerin dê welatîbûna wan bikeve.

Di lîsteyê de Parlamenterên HDPê yê Şirnexê Faysal Sarîyildiz û ya Wanê Tûba Hezer û Parlamenterê berê yê BDP’ê Ozdal Uçer jî hene.

Her weha di lîsteyê de rêberê Cemaeta Gulenê Fethulah Gulen û gelek kesên ku bi rêvebertiya Cemaeta Gulen û DAIŞ tên tometbarkirin hene.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button