Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tirkiyê lêpirsînê li gel Pervîn Buldan û Sirrî Sureya Onder dike

Yekîtî Media
Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, ji ber axaftinên wan ên derbarê operasyona Efrînê, li dijî hevseroka nû ya HDPê Pervîn Buldan û perlemanterê HDPê Sirrî Sureya Onder lêpirsîn vekir.
Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê vê mijarê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di kongirê HDPê de, wêneyên serokê PKKê Ebdella Ocelan hatibûn bilindkirin. Herwiha hevseroka HDPê Pervîn Buldan û perlemanterê HDPê Sirrî Sureya Onder gotine: “Artêşa Tirkiyê li Efrînê dijî gelê Kurd ê sivîl operasyonan dike û Buldan û Onder bi van axaftinên xwe bangeşeya terorê kirine”.
Serdozgeriya komarî ya Enqerê ji ber van tometan, derbarê Buldan û Onder lêpirsîn daye destpêkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button