Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tirkiyê hejmara endamên perlemana xwe zêde kir

Yekîtî Media
Bi sîstema nû ya rêveberiya Tirkiyê, hejmara kursiyên Perleman ji 550 kursiyan bû 600 kursî.
Li gellek bajarên Bakurê Kurdistanê jî para wan ji kursiyên Perleman hat zêdekirin.
Li gorî daxuyaniya Komîta Bilind a Hilbijartinê, ji ber ku serjimêra Tirkiyê zêde bûye, hejmara perlemanteran jî hatiye zêdekirin.
Li gorî rastkirina nû: Stenbol, Enqere, Diyarbekir, Şirnex û Wan jî di nav de hejmara parlementerên 32 bajaran zêde dibe.
Saziya Samerê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, lêkolînên siyasî û civakî dike. Rêvebira Samerê Yuksel Genç dibêje: AKP hesabên 50 parlementerên ku li bajaran hatine zêdekirin jî kiriye û li cihên ku bendewariya wan a bidestxistina parlementeran heye, hejmar hatiye zêdekirin.
Yuksel got jî: “Li gorî fikira min, AKPê li bajarên wekî Rihayê ku hejmara koçberan lê zêde ye hesabê xwe kiriye ku parlementerên xwe zêde bike. Lê em nikarin heman tiştî ji bo Diyarbekir û Şirnexê bêjin. Serjimêra Şirnexê kêm bûye lê parlementerekî wê hatiye zêdekirin. Ev balkêş e. Lê wisa xuya dike hejmarên ku li bajarên Kurdan hatine zêdekirin, ji bo HDP’ê baştir e, dibe ku HDP parlementerên ku hatine zêdekirin jî bi dest bixe.”
Şirovekarê Siyasî û nivîskar Eyûpxan Kaya wek kesekî nêzîkî AKP dibêje: “Heger ev kesên ku wekî namzed werin destnîşankirin ji aliyê şexsiyet û însaniyetê ve kesên bi kêr û zana bin û bikarin armanca AKP ji gel re şirove bikin, ez di wê baweriyê de me ku hejmara kursiyên AKPê wê 2 qatan zêde bibe.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button