Break newsNûçeslide

Tilerson: Rola Esed di pêşeroja Sûriyê de tune ye

Yekîtî Media 8/7/2017

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, ku ti cihê serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed di paşeroja Sûriyê tune ye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Reks Tilerson di perawîza civîna G 20 de li Hamburgê ragihand, Amerîka ti rola Esed û malbata wî di pêşeroja Sûriyê de nabîne.

Tilerson got jî, heta niha çawaniya dûrxistina Serokê Sûriyê Beşar Esed nehatiye diyarkirin, Lê bêgûman di qonaxa veguhastina siyasî de, ti rola Esed namîne.

Tilerson tekez kir, Waşington amade ye jib o çareserkirina krîza Sûriyê ligel Moskoyê kar bike, wek ragihandina deverên dijefirînê û belavkirina çavdêrên navdewletî û gihandina alîkariyan bo deverên Sûrî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button