Break newsRaportslide

Til Temir : komînên PYD pêdiviyên jiyanê li ser xelkê qut dikin

Yekîtî Media 19/12/2016

Li bajarokê Til Temir komînên girêdayî partiya Yekîtiya Demokrat PYD û komîtên taxan yên girêdayî wan komînan fişaran li welatiyan dikin, û gefana li wan dikin daku bi zorê li civînên komînan amade bibin, an wê pêdiviyên jiyanê li ser wan qut bikin.

Tê zanîn ku nan û xaz û sotemenî di riya komînan re tên belavkirin lewra kesê ku ne endam be di wan komînan de neçar dibe ku wan pêdiviyan bi nirxekî bilind ji sûka reş bikire.

Herweha nişteciyên Til Temir ji Yekîtî Media re ragihandin, ku endamên komînan bi karê sîxoriyê ji PYD re radibin, û navên ciwanan didin asayişên PYD daku wan bajon leşkeriya bizorê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button