Break newsNûçeslide

Tevgera Goran projeyê çalakkirina parlamentoyê red dike

Yekîtî Media 14/6/2017

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî bi daxuyaniyekê helwesta partiya xwe ya derbarê projeya PDK û YNKê ya li ser çalakkirina parlamentoyê eşkere kir û ragihand, ku ew mercên ji bo guhertina Desteya Serokatiya Parlamentoyê qebûl nakin.

Grûpa Şêwirê ya Tevgera Goran îro 14-06-2017, li Silêmaniyê ji bo gotûbêjkirina projeya PDK û YNKê ya li ser çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê de civiya.

Piştî civînê Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî ragihand: “Me weke Tevgera Goran piştî 12ê Nijdara 2015ê tekez kiriye, ku ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê, çareserkirina krîza darayî û başkirina rewşa jiyan û debara gel, pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê bi desteya niha ya serokatiya parlamentoyê bicive. Weke organa herî bilind a Kurdistanê, erkê parlamentoyê ye, ku liser hemû mijarên bi jiyan û paşeroja gel ve eleqeder in, gotûbêj bike.”

Di civîna duh a polîtbûroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Hewlêrê de projeyek ji bo çalakkirina parlamentoyê hatibû pêşkeşkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button