Break newsNûçeslide

Termê Sekreterê berê yê Partiya Komunist Ezîz Mihemed bi xakê hate spartin

Yekîtî Media 1/6/2017

Termê Sekreterê berê yê Partiya Komunist a Iraqê û Partiya Komunist a Kurdistanê Ezîz Mihemed ku duh li Hewlêrê di temenê 93 saliyê de koça dawî kir, îro bi xakê hate spartin.

Termê wî siyasetmedarê mezin yê Kurd îro bi merasîmekê li goristana “Girdereşe” li ser rêya Hewlêr û Kerkûkê hat veşartin.

Ezîz Mihemed yek ji serkirdeyên navdar yên Kurdistanê bû ku di salên 1990 de rolek girîng di sekinandina şerê navxwe de lîst.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button