NûçeslideUncategorized

Teqîneke Kujer rêbendeke Esayişan armanc kir

Yekiti Media

Roja Çarşemê 17-7-2017 otombîleke bumbekirî li ser rêbendeke Esayişên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê teqiya û di encamê de hejmarek birîndar ketin.

Jêderna ji bajarê Hesekê diyar kirin ku Esayişan devera teqînê dorpêçkirin û tevaya birîndaran ji bo nexweşxaneyên leşkerî li bajar veguhestin.

Derbarê wê teqînê ta vê gavê tu aliyî ew li xwe negirit, û di heman demê de tu daxuyanî ji hêla Esayişan ve ne haiye Ragihandin.

Tê zanîn ku berî heftiyekê çar teqînan bajarên Hesekê û Qamişlo armanckirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button