Break newsNûçeslide

Telal Silo: Amerîka li Kurdistana Sûriya bînkeya leşkerî ava dike

Yekîtî Media 19/8/2017

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Telal Silo dibêje Amerîka dê şûna Încîrlikê li rojavayê Kurdistanê bingeheke leşkerî ava bike.

Silo ji ajansa Reutersê re axifî û da zanîn ko, li rojavayê Kurdistanê berjewendiyên stratejîk yên Amerîkayê hene û siyasetek demdirêj birêve dibe. Lewra di navbera rêveberiya rojavayê Kurdistanê û Amerîkayê de peymanên leşkerî, aborî û siyasî dê werin çêkirin. Talal Silo herwiha got, Amerîka pilan dike ko, li hemberî bingeha Încîrlikê wekî alternatîf li rojavayê Kurdistanê bingeheke leşkerî ava bike.

Tê zanîn ku Amerîka li Kurdistana Sûriyê 7 bingehên leşkerî ava kiriye û yek ji wan jî li ser sînorê Tirkiyeyê li bajarê Kobanê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button