Gotar

Sûriya gola genî

Di sal û demên kevin de, ji beriya dewlet û impratorî avabibin,nezanî birçîbûn, egerbûn, ku xelk êrîşî hevbikin, hevdû bi kujin û talan bikin.
Bi derbasbûna wextre, mirovan xwe dane ser hev, hoz û êl çêbûn, paşê li rojhilata navîn, ol derketin, di wan olan de, xudawend û rêol derketin, dinav wan ol û rêolan de, şer û bihevçûn derketin, ew şer û ceng, li gelek dever û welatan, rû dan, bêhtirên wan cengan, bi mebesta desteserkirina samananbû, weku zevî, kole û bazirganiyê, lê bi hatin û guhertina dem re, bi taybet piştî herdû cengên mezin, yên cihanî, şer û ceng rawestan, lê li rojhilata navîn, şerê û ceng ne rawestan, ta vê rojê, ew şer geş û gurbûn, hîna mejyên misilmanên Tirk, Ereb û Farisan, mejiyê talankirin û desteserkirina welatan û mirova ye, mejiyê kuştin, nakokî û tevlîheviyê ye.
Hemî cûreyên zanînê, teknîk, enternêt, elktrîk û pêşveçûnên mirovan, hiş û ramanên pêşveçûna mirovan, tu bandor û guhertin li xudanê wan mejî xeraban nekirin.
Feransîz ji welatê sûrî derketin, di sala/1946/an de, lê ji berya ku derkevin, welatekî ava û bi rêk û pêk li pey xwe hiştin, welatekî bê cudahî di navbera olan, rêolan, netewan û kêmnetewan de, Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Tirkuman, çerkez, Sine, Elewî, Cihû û h.d, lê ka em binêrin li rewşa welatê Sûrî, piştî çûna Feransîzan, ka rewşa nişteciyên Sûrî çawaye? Erebên cuda rêol, hevdû napejirênin, kuştin, namûs û talankirina samanên hevdû, rewa dibînin, Sine yên ereb li hemî netew, ol û rêolan di nêrin gawir, çi kesê kurd, cihû, çerkes, file û ermen, li cem wan kole ne, gawir in, bê mafin, ne xudanên welatin, bivin yan nevin, divêt bacê bidin, serwer û xudanên xwe, û yê ne razîbe, divêt ji walat koçbike, weha dibêjin û dibînin, ku ola wan ya misilmaniyê fermana rewa daye wan, ango du cûreyên mirovan; Serok û kole,
Çendî bîr û ramanên dinyayê, mirovan hatin guhertin, bi bal wekheviya mirovan di mafan de, hevpişkî di erk, erd, samanan de, ji hemî gelan re, çi hindik û çi gelek, çi reş û çi spî, çi ol û çi rêolan re, hindî yasa û zagon hatine danîn, jib al zana û mafnasên navdewletî ve, lê van hemî zagon û yasayan nekarîn, tu bandor û guhertinan, li bîr û baweriyên ereban, tirk û farisan bikin, lewre şer û ceng, nakokî û kuştin, talankirin û koçberkirin, ne rawesta ye, bi taybet di welatê Sûrî de, îro ber çav e, hin netew, rêol, li welatê Sûrî nemane, weke: Cihûyan, Ermenan û êzîdiyan, û hinin din jî li ber neman û qirkirinê ne, sedem jî kîn û hevrikiya di hiş û ramanên ereba de, kultûr û çanda ereban weha ye, serok û kole, xweda ew kirin gelê bijartî, di pila yekemîn de, û gelên din, xweda ew dane ji bona bibin kole û benî ji wan re, lewra her û her welatê Sûrî di nav nakokî û tevdanê de ye, tu derfetên aramiyê û dîmoqratiyê xuya nakin, welatê Sûrî, bûye weke goleke genî, weha li ber çava ye, beşekî mezin ji teroristên dinya yê, cihê xwe li nav Erebên sune de dîtine, rojane kiryarên kirêt, ji kuştin, revandin û talankirinê berdewam in.
Ailê Evdille.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button