Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Sûriya Dîmuqrat deverên Erebê radestî rêveberiyeke nû dike

Yekiti Media

Hêzên Sûriya Dîmuqrat HSD li gel hoza Igêdat li gundwarê parêzgeha Dêra Zorê rêkeftina avakirina rêveberiyek Erebî emzekir.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku roja Duşemê 13-5-2019 civata di navbera hêzên Sûriya Dîmuqrat û nûnerên hoza Igêdat li bajarê Şihêl hat li darxistin û di encamê li ser avakirina rêveberiyek Erebî li wê deverê hate li hevkirin.

Reangehê di heman mijarê de diyar kir  ku li gor wê lihevkirinê wê HSD wan deveran radestî rêveberiya Erebî bike û binçavkirin wê li wê deverê bê bi dawîkirin û welatiyên wan deveran wê ji kampan bên derxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button