NûçeslideUncategorized

Sotoro nivîskar Silêman Yûsif binçavkir

Yekiti Media

hêza Sotoro ya bi ser Rêveberiyê Xweser ve ya ku ji hêla partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD hatibû Ragihandin roja Yekşemê 30-9-2018  nivîskar û lêkolînerê Aşûrî Silêman Yûsif binçavkir.

Sotoro demjmêr 8 êvarî êrîşî mala Yûsif li bajarê Qamişlo kir li gor agahiyên malbata wî yê ku diyar kirin ku hêza navbûrî pirtûk û labtopa wî jî desteser kirin.

Derbarê binçavkirina nivîskar û lêkolîner Silêman Yûsif  Rewangeha Aşûrî ya mafê mirovan daxuyaniyek belav kir têde bi tundî binçavkirina Yûsif şermezar kir.

Tê zanîn ku nivîskar û lêkolînerê Aşûrî Silêman Yûsif ji dayik bûye bajarê Qamişlo ye sala 1957 .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button