Break newsNûçeslide

Şirovekarekî Birîtanî: Rûsya, Sûriyê û HSDê navendên hemahengiyê damezrandine

Yekîtî Media 26/7/2017

Rojnemeyeke Brîtanî belav kiriye, ku navendeke hemahengiya hevbeş a nehênî di navbera rêjîma Sûriyê, Rûsya û HSDê de dê li beyabana Sûriyê were damezrandin, ku berê navendeke din Efrînê jî heye.

Nivîskar û şîrovekarê Brîtanî Robert Fisk di gotarekê de ji bo rojnameya “Independent” ya Brîtanî  belav kiriye, ku armanc ji  pêkanîna wê navendê  dûrxistina rûdana nexwastî yên bi şaşî tê kirin di navbera aliyên ku şerê DAIŞê de dikin e.

Li gor wî şîrovekarî, wî di hefteya borî de serdana bajarokê Resafe  kiriye û di civînekê de amade bû, ku di navbera fermandarên Rûsî, rêjîma Sûriyê û serkirdeyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatibû li darxistin.

Bi gotina Fisk, serkirdeyê HSDê ku nexwestiye navê wî were aşkerekirin jê re gotiye, ku biryara damezrandina wê navendê piştî wê yekê hatiye, ku Rûsyayê bi şaştî baregeheke HSDê li rojavayê gundewarê Reqayê bombebaran kiribû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button