Break newsNûçeslide

Silêman Oso: kongirê Sotçî gaveke û NY daxwaz dike encamên wî bişîne Cinêvê

Yekîtî Media
Endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê di hevpeyvînekê de ligel radyoya Arta , roja pêncşemê , li ser kongirê ENKSê û rewşa siyasî li Sûriyê axivî.
Oso li ser kongirê ENKSê yê çarem axivî, û anî ziman ku cihê mixabiniyê ye ku çekdarên PYD nehiştin ku kongir bê girêdan, lewre ENKSê neçar ma ku civînek ji nûnerên ku hatin hilbijartin di kongirê sêyemîn de hilbijêre û hin nivîsgehên ENKSê û endamên wan hatin guhartin.
Herweha Oso behsa kongirê Sotçî kir ku çave rêye dawiya vê heyvê bête girêdan, ku dema kongirê Sotçî ne diyar e herweha karên wî jî, û ger wê Netewên Yekbûyî amade bin an na, Oso Sotçî wek gavekê binav kir, û got ku NY daxwaz dike ku encamên Sotçî bên şandin bo Cinêvê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button