Break newsNûçeslide

Silêman Oso ji Aldar Xelîl re: danûstandin dest pê nakin berî ku hûn van gavan bavêjin

Yekîtî Media 24/12/2016

Endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Silêman Oso li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê li gotina Aldar Xelîl serkirdeyê TEV-DEM ê di kongirê partiya Çep de vegerand û nivîsî, ku danûstandin di navbera ENKS û TEV-DEM de dest pênakin berî ku hûn van gavan bavêjin:

Serbestberdana hemû endamên partiyên ENKS, rakirina leşkeriya neçar, rakirina yasayên danheva bacê, vegera pêşmergeyên Roj bo xaka Kurdistana Sûriyê, lêborînê ji milet bixwazin li ser tawan û komkujiyên ku kirine, pejirandina desthilatek hevbeş li ser bingeha hilbijartinan, vegera serkirdeyên ENKSê bo xaka welêt daku dest bi danûstandinan bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button