NûçeRaportslideUncategorized

Silêman Oso du Sîmînarên cemawerî bi rêve dibe

Yekiti Media

Li bajarên Amûdê û Hesekê partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya di rojên Pêncşem û Înê (27-28-2-2020) du sîmînarên cemawerî li darxist.

Herdû sîmînar ji hêla sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya Silîman Oso hatin bi rêvebirin û naveroka wan li ser pêşhatên siyasî yên dawî li Sûriyê û bi taybet deverên Kurdî bûn.

Silêman Oso di herdû simînara de pêşhatên dawî li ser asta siyasî derbarê Sûriyê û deverên Kurdî şirovekir û di heman simîneran de li ser hevdîtin û dîdarên ku desteya serokatiya ENKS li gel aliyên navdewletî û yên herêmî li darxist bû axivî.

Di heman sîmînaran de Oso destpêşxêriyê ku fermandarê Hêzên Sûriya Dîmuqrat Mezlûm Ebdê anî ziman û behsa gavên baweriyê kir.

Tê zanîn ku   Silêman Oso yek ji endamên desteya serokatiya ENKSê ye û di dîdarên dawiyê de teve beşdar bibû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button