Break newsNûçeslide

Serokê Fransayê: Pêwîst e mafên Kurd û pêkhateyan parastî bin

Yekîtî Media 5/10/2017

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, “Nabe referandûma roja 25ê Îlonê bibe sedema aloziyê. Pêwîst e rewş bê aramkirin û guftûgo bên kirin. Em jî amade ne navbênkariyê bikin ligel Netewên Yekgirtî.”

Piştî civîna Serokwezîrê Iraqê û Serokê Fransayê, di konferaseke rojnamevanî de Makron ragihand, “Me behsa astengiyên aborî yên rûbirûyî Iraqê dikin kir. Fransa ligel wê ye ku çaksazî bê kirin û pirsgirêk bêne çareserkirin.”

Serokê Fransayê derbarê pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê de got: “Fransa ligel wê ye ku Bexda ligel Kurd dest bi guftûgoyên avaker bike û di çarçova destûrê de mafê Kurd parastî be û hemû pabendî destûra Iraqê bin û mafê pêkhateyên parastî be.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button