Break newsNûçeslide

Serokê ENKSê : Metirsî heye, PYD Efrînê radestî rêjîma Sûrî bike

Yekîtî Media 3/7/2017

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ragihand, PYD berpirsayetiya rewşa Efrînê hildigire. Karek jî di bin masê re tê kirin, ku PYD dê Efrînê radestî rêjîmê bike.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di çalakiya bîranîna komkujiya Kobanê û Amûdê li Dortmonda Almayayê de ragihand, heger hevpeymaniya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ligel Amerîka û Rûsya stratejîk be, çima îro dê gef li ser Efrînê hebe.

Serokê ENKSê amaje bi wê yekê kir jî, karek di bin masê re tê kirin, danûstandinên veşartî di navbera rêjîm û PYDê de hene, ku metirsî heye PYDê  Efrînê radestî rêjîma Sûriyê bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button