Break newsNûçeslide

Serokê ENKSê: Cihê sirûştî yê Pêşmerge li Kurdistana Sûriyê ye

Yekîtî Media 4/3/2017

Derbarê bûyerên ku li komelgeha Xanesorê rû dane û êrîşên li ser nivîsgehîn ENKSê û partiyên di nava wê de, Serokê ENKSê ragihand, cihê sirûştî yê Pêşmerge li Kurdistana Sûriyê ye.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji Washingtonê ve ragihand ku, derbasbûna Pêşmergên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê karekî normal e û ji mafê wan yê sirûştî ye ku li ser axa xwe bin û parastina deverên xwe bikin.

Biro got: “Di dema ku YBŞ li Şingalê êrîşî hêza Pêşmerge dike, PYD endam û alîgirên xwe sor dike û êrîşî nivîsgehên ENKSê û partiyên di nava wê de dike û xelkê digire û direvîne.”

Biro got: “Bo vegera Pêşmerge kar bi her aliyekî û bi taybet bi Amerîka tê kirin, da ku ew Pêşmerge cihê yê sirûştî li herêma Kurdistana Sûriyê bigirin. Heger niha nahêlin Pêşmerge li ser sînorê Kurdistana Sûriyê belav bibin, ev yek jî li dijî berjewendiyên gelê Kurd e.”

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro amaje bi wê yekê kir, 6 sal in PYD dixwaze ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re bide xuyakirin, ku Erdogan û hikûmeta Tirkiyê zordarî li wan kiriye û mafê wan xwariye, lê bi gotina Îbrahîm Biro, ne Tirkiyê û Erdogan mafê Kurdên Rojavayê Kurdistanê xwarine, lê rejîma Sûriyê ew maf xwarine.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button