Break newsNûçeslide

Serokê ENKS ê : Serok Barzanî li kêleka her Kurdekî ye

Yekîtî Media 2/2/2017

Duh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro kiribû. Biro derbarê civîna bi Barzanî de ji kenala K24ê re ragihand, ku berî du rojan ENKSê ligel partiyên di nava wê de, Desteya Derve û nûnerê wê di Desteya Danûstandinên Cenêvê de kiribû. Me jî xwast ku karên siyasî yên ENKSê di demên dawî de kirine, bigihînin Cenabê Serok Barzanî.”

Biro amaje bi wê yekê kir, wan bi Serokê Herêma Kurdistanê re behsa civîna Astana, amadekariyên bo danûstandinên Cenêvê, rewşa Kurd li Kurdistana Sûriyê û rewşa Sûriyê bi gelemperî kirin.

Herwiha Biro diyar kir, Serok Barzanî derbarê şerê terorê, rewşa Rojhilata Navîn, pêşeroja Kurdistanê û pirsa serxwebûnê de bi berferehî axivî û nirxand.

Biro amaje bi wê yekê kir, ku Serok Barzanî li kêleka her Kurdekî ye, ku ji bo mafê Kurd xebatê dike û ENKSê yek ji wan çarçovan e ku ji bo gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê dike ye.

Biro got jî, Ji destpêka avakirina ENKSê de Serok Barzanî alîkariya ENKSê kiriye û berdewam jî, bi taybet jî di warê siyasî û derbarê pêwendiyên bi berpirsên welatan de .

Derbarê tevlêbûna hin partiyan ji ENKSê re û kongreya çaremîn ya ENKSê de Biro diyar kir, wan di civînên xwe de behsa van pirsan kirine û ew hewl didin çarçova ENKSê berfereh bikin, lê biryar dê di civîna ENKSê ya li Kurdistanê Sûriyê lidar bike de, were standin.

Derbarê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) de, Biro ragihand, PDPKS yek ji damêzrênerê ENKSê bû, her demekê deriyê ENKSê vekiriye ku careke din PDPKS vegere nava rêzên ENKSê û kar bike, heger hin nakokî û pirsgirêk hebin, dikarin bi hev re danûstandinê bikin û kar û xebatê berdewam bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button