Break newsNûçeslide

Serokê ENKS daxuyaniyek da derbarê peyvên ku li ser zimanê wî di ragihandinê de belavbûn

Yekîtî Media 23/1/2017

Serokê ENKSê Ibrahîm Biro daxuyaniyek belavkir derbarî ew peyvên ku li ser zimanê wî hatin belavkirin di hin dezgehên ragihandinê de.

Biro got, di kongirê Astana de hemû axaftin li ser çespandina agirbestê ne û karên mirovî û derbaskirina alîkariyan bo deverên dorpêçkirî û serbest berdana girityan.

Me gelek hevdîtin kirin li gel kesên diplomasî û ligel rojnamevanan , û me nerîna xwe wek ENKSê jibo şareseriya siyasî li Sûriya û çareserkirina doza kurdî ji wan re şirovekir, ku rawestindina şer û şerê lidijî terorê ew dergehê çareseriya siyasî ne û avakirina dewleteke dîmoqrat û fedral, ku destûra wê mafê miletê kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê biparêze.

Di mijara binpêkirinan, pirs tê kirin li ser rewşa deverên kurdî û rewşa milet di van nîrên awarte de ji şopandinê û binçavkirinê û zehmetiyên jiyanê, û pirs tê kirin gelo ev deverên kurdî rizgarkirêne û rêxistinên mirovî dikarin derbasbin van herêman û alîkariya bighînin xelkên van deveran.

Li ser van pirsan me rewşa deverên Kurdî şirovekir ku di nîrên aloz re derbas dibin jiber ku rêjîma Sûrî ev dever piştguhkirine, herweha aliyên diwelî reftarê ligel rêveberiya PYD nakin jiber binpêkirinên wan ji mafên mirovan re û binçavkirina siyasetmedaran û sepandina bacên giran.

Di dawiya daxuyaniyê de , Biro amajekir ku her aliyekî ragihandinê ew tiştê ligor siyaseta xwe belav dike û em ne berpirsin di ber tiştên ku alî belav dikin, Biro got, gelek hevpeyvînên min hene li ser Oryant û Cezîrê û Rûdaw û K24 û ARK li Astanayê, hemû peyvên min gotine têde belgekirî ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button