Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi serdaneke fermî gihîşt Îsraîlê

Yekîtî Media 22/5/2017

Piştî bi dawî anîna serdana xwe ya bo welatê Erebistana Siûdiyê, îro duşembî 22ê Gulana 2017ê Serokê Amerîkayê Donald Trump gihîşt Îsraîlê û li Firokexaneya Navdewletiya Ben Gorin a Tel Abîbê ji aliyê Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin , Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hat pêşwazîkirin.

Serdana Trump bo Îsraîlê di çarçoveya yekemîn geşta wî ya bo derveyî welat û piştî serdana wî bo Erebistana Siûdiyê pêk tê.

Biryar e di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Îsraîlê de, Trump bi Serokê Rêveberiya Felestînê Mehmûd Ebas re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button