Break newsNûçeslide

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Referandûm karîgeriyê li ser şerê DAIŞê nake

Yekîtî Media 13/6/2017

Li ser pirsa encamda referandûmê li Herêma Kurdistanê, ku biryar e roja 25ê Îlona îsal bi rê ve biçe, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê radigihîne, encamdana referandûmê ti karîgeriyekê li ser hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de nake.

Serkirdayetiya siyasî ya Kurdistan bi tevahî çavên xwe xistine ser referandûmê û dixwazin gavên berve serxwebûnê asantir bikin. lê nêrîn û helwestên berpirsên Iraq yên cuda hene, ku niha beşek ji wan dibêjin: “Referandûm karîgeriyeke xirab li ser şerê DAIŞê dike.”

25 Îlona îsal roja biryardana li ser çarenivîsê ye, Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê amadekariyên xwe dike bo li hemû ew navçeyên ku bi xwîna Pêşmerge rizgar bûne, referandûmê tê de bi rê ve bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button