Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokatiya Herêma Kurdistanê: bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê karekî yasayî ye

Yekîtî Media 29/3/2017

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Bilindkirina Ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê karekî yasayî û asayî ye û ne babetekî nû ye.

Her li piştî rûxana rejîma berê ya li sala 2003 û bi taybetî jî piştî hatina DAIŞê Ala Kurdistanê li Kerkûkê hebûye û her ew ala jî Kerkûk ji gef û êrîşa terorîstan parastiye.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de jî hatiye, ji bo wê yekê pêwîst bi wê yekê nake ev babet gelek bê mezinkirin û bibê madeya gengeşe û ji hevdû veqetandina di navbera pêkhat û aliyan û hîç aliyek jî nabe ji bo merama siyasî ya xwe ya taybetî bikar bîne.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye jî, her wekî çawa Ala Kurdistanê û Pêşmerge Kerkûkê parast, pêwîst e çanda pêkvejiyan û birayetî ya di navbera pêkhatên Kerkûkê kûrtir bê kirin û parastin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button