Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokatiya herêma Kurdistanê bersiva Tillerson da

Yekîtî Media 3/10/2017

Serokatiya herêma Kurdistanê di bersiva wezîrê derve yê Emerîka Rîks Tilirson de dibêje, referanduma Kurdistanê li gor yasayên Kurdistanê ji aliyê serokê herêmê ve bang ji bo wê hate kirin, û parlamana Kurdistanê jî qebûl kir, her wiha ev prose li gor destûra Îraqê bû jî.

Referandum ji bo gelê Kurdistanê derfet peyda kir ji bo mafê xwe yê çarenivîsê peyda bike, weke ku di peymanên neteweyên yekbûyî de hatiye.

Serokatiya herêma Kurdistanê her wiha dibêje, ne Emerîka ne jî tu welatekî din rê li ber muameleya ne destûrî û ne yasayî ya Bexdayê li hemberî herêma Kurdistanê negirtin, ku ji sala 2005 ve li ser wan kiryarên xwe berdewam e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button