Break newsNûçeslide

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva Nûrî Malîkî dide

Yekîtî Media 30/5/2017

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî bersiva Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî dide, ji ber ku di hevdîtinekê de ligel rojnameyeke Libnanî de êrîş li ser mafên Kurd û Herêma Kurdistanê kir.

Di daxuyaniya Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye: “Nûrî Malîkî serokwezîrê berê yê Iraqê di hevdîtinekê ligel rojnameya Exbar a Libnanî de zêdegavî li hember mafên gelê Kurd kiriye û axaftinên ne bicih li ser birêz Serokê Herêma Kurdistanê kiriye û rê daye xwe li gor dilê xwe behsa bûyer û mafên gelê Kurdistanê bike. Malîkî di ser wê re hatiye ku dijminatiya gelê Kurdistanê bo rêklama hilbijartinê bikar tîne, lê di rastiyê de ne axaftinên wî û ne jî yê xelkê li pişt wî cihê girîngiyê ne li cem me û ti buhaya nêrînên wan jî tune ne.

Cihê matmayînê ye ku kesek li ser Iraqê bû bela û çavkaniya şikestin û piştevaniya terorê be, hîn şerm neke û axaftinan bike, divê kesekî wek wî ku Iraq têk dabe dawî li jiyana xwe anîba, yan her neba xwe li pêş çavê xelkê Iraqê winda kiriba. Wî kesî Iraq xistiye ser lîstê gendeltirîn welatên cîhanê û hêştiye ku dizî û bê serûberî di welat de belav bibe, wî kesî Iraq xistiye agirê taifî û di serdemê wî de bi sedan kes ji rewşenbîr û ronakbîrên Sune mezheb teror kiriye, wî kesî nizane soz û îmze çi ye û wek av vexwarinê peymanan dişkîne û dûr e ji perensîpên merdayetî û mirovî çawa dikare careke din xwe bixe desthilatê? Ji Malîkî dipirsin te çi bo Iraqê kiriye? zêdetir ji pêncsed milyar dolar dahatiya Iraqê li ber destê wî bû, nîvê wê dahatiyê bo talan û gendeliyê winda kir, nîvê din jî bo wêrankirina Iraqê.

Ev mirovê di hevdîtinê de zimanê gefê li dijî xelkê Kurdistanê bikar aniye, li vir pê radigihînin ku ev e meydan û xwe biezmûne, berê gelek dijminên ji wî bihêztir xwe ezmûnandin û li ber vîna gelê Kurd têk çûn û rastî çarenivîseke şûm hatin.

Di destûra Iraqê de bi zelalî amaje bê hatiye dayîn ku pabendbûn û destûrê merc e bo mana Iraqek yekperçe û ewê destûr binpê kiriye Malîkî bû û heger di serdema hikûmê xwe ya tarî de rêz li destûr girtiba, ev karast rû nedidin, heger kesek destûr binpê kiribe, ne ji mafê wî ye li ser destûrê biaxive û muzayedê pê bike.

Serxwebûna Kurdistanê mafê gelê Kurd e û bi ti awayekî ne di wê meqamê de ye ku axaftinê li ser bike, ew jî bila baş bizane ku di serxwebûnê de hemû Kurdistaniyek û aliyên Kurdistanî yekdeng  û yekhelwest in û heger dilê xwe bi bê îradeya çend Kurdekî xweş kiriye, bila zanibe ku cihê wî û wan çend Kurdan di zibildana dîrokê de ye”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button