Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva “Asayib Ehilulheq” dide

Yekîtî Media 15/12/2016

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva serokê grûpê çekdar “Asayib Ehilulheq” Qeys Xezelî dide û radigihîne, Hêvîdar in ev gotinên ne bi cîh tenê nêrîna wî bi xwe û çekdarên wî bin û em ne li baweriyê de ne ku ew nûnerayetiya Heşda Şe’bî bike.

Li gor daxuyaniyekê ku malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, Qeys Xezelî di hevdîtinekê de ligel kenala “El-Reşîd” ragihandiye, mezintirîn pirsgirêk piştî DAIŞê li Iraqê, Kurd e.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye “Ewê hatibê ser mala xelkê Kurdistanê û niyaza dagîrkirina axa gelê Kurdistanê hebe li dawiyê de bi têkçûna xwe temam bûye.”

Qeys Xezelî serokê grûpa çekdar “Asayib Ehilulheq” e, ku grûpeke Şîe ye û berê di çendîn boneyên cuda de gef li Kurd û Kurdistanê xwariye, di dawî daxuyniyên xwe de jî gotiye, piştî DAIŞê mezintirîn pirsgirêk li Iraqê, Kurd e.

Deqa daxuyaniya Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê jî wiha ye:

“Qeys Xezelî Serokê Grûpa Çekdara Esayb Ehlî Heq li hevpeyvîneke telefizyonî ya li gel kanala El Reşîd hinek nêrînên ne bi cîh di derbarê Kurdistan û Pêşmerge û birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî Da’îş xistiye rû û wiha bawere piştî Da’îş mezintirîn kêşeya Iraqê Kurde.

Eve ne cara yekem e Xezelî axaftinên bi vî awayî û gefan beranber bi gelê Kurdistanê dixwe. Hêvîdar in ev gotinên ne bi cîh tenê nêrîna wî bi xwe û çekdarên wî bin û em ne li baweriyê de ne ku ew nûnerayetiya Heşda Şe’bî bike. Daxwazê jî ji serkirdayetiya Heşda Şe’bî dikîn helwesta xwe li ser axaftinên Xezelî derbibrin.

Gelê Kurdistanê û Pêşmerge çavê wan li axa tu kesekî da tûne û tu demekî neçûne ser mala kesek. Ewê hatibê ser mala xelkê Kurdistanê û niyaza dagîrkirina axa gelê Kurdistanê hebê li dawiyê da bi têkçûna xwe temam bûye.

Bi piştrastiyê ve Xezelî û kesên wekî wî ku bixwazin Kurdistanê dagîr bikin wan çarenûsekî baştir ji Da’îşê nabê û nikarê li Kurdistanê xelk li ser nasname û mezheb ser bibrê.”

Dr Umêd Sebah

Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

14.12.2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button