Break newsNûçeslide

Serok Barzanî : Wê her dem Kurdistan piştevan û penageha hemû pêkhateyan be

Yekîtî Media

Serok Barzanî ragihand, cihê ti hizreke tundrew û cudahiya olî li Kurdistanê nabe.

Bi helkefta hatina cejna jidaykbûna Hezretê Mesîh, Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kiristyanên Kurdistanê û Iraqê û cîhanê kir û hêviya cejneke pir bi xêr û xweşî ji wan re xwest.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: Li gel hatina çekdarên DAIŞê, beşekî zêde ji malên Kiristyanan ketin ber gef û jinavçûnê û mal û halên xwe li pey xwe hiştin û qesda navçeyên aram yên jêr desthilata Herêma Kurdistanê kirin, piştî hêzên Pêşmerge karîn terorîstan jinav bibin û navçeyên wan rizgar bikin, beşek ji wan mişextan vegeriyan, lê mixabin, piştî 16 Cotmehê careke din ketin ber êrîşên Heşda Şeibî û mişext bûn.

Herweha Serok Barzanî tekez kir, ku hebûna hizra tundrew û cudakariyê li bin her navekî be, gefeke cidî ye li ser bihevre jiyanê û ewlehî û aramiyê, û hebûna vê hijmara zêde ya mişextan li Herêma Kurdistanê belgeye li ser bilindiya nirxê pêkvejiyanê. Herweha Serok Barzanî ji xuşk û birayên kiristyan re piştrast kir ku cihê hizra terorî û cudahiya taifî û olî li Herêma Kurdistanê tine ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button