Break newsNûçeslide

Serok Barzanî û Serokê Parlemantoya Iraqê civiyan

Yekîtî Media 8/10/2017

Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Li gor daxuyaniyeke nivîsgeha serokê parlemantoyê, armaca serdana Selîm Cibûrî ew e, dawî pêşveçûnên rewşa Kurdistan, Iraq û Navçê guftûgo bike.

Di civîna di navbera Barzanî û Cibûrî de, referandûma serxwebûna Kurdistanê û pêşhatên nû yên navçê hatin guftûgokirin.

Di wê derbarê de Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî kir.”

Di hevdîtinê de, nerînên derbarê pêşhatên siyasî yên Iraqê, referandûma gelê Kurdistanê û karvedanên wê hatin guftûgokirin. Her di wê hevdîtinê de, ji bilî tekezîkirina li ser pêwîstiya parastina aramî û ewlehiya û dûrketina ji girjiyan, tekezî li ser aramkirina rewşa siyasî û piştbestin bi perensîpên guftûgoya bi ecindeyên vekirî û beşdariya hemû aliyan hate kirin, ji bo gihêştina bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Serdana Cibûrî, piştî rojekê ji civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û her du cîgirên serokomarê Iraqê Eyad Elawî û Osama Nuceyfî tê, ku duh li Silêmaniyê civiyabûn.

Piştî civîna duh, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand, amadebûyên civînê li ser van xalan li hev kirin:

  • Destpêkirina diyalog û civînan di navbera aliyên siyasî yên serekî li Iraqê ji bo aramkirina rewşê.

 

  • Civîn li ser ecindeyên vekirî bên encamdan.

 

  • Rakirina sizayan li ser Herêma Kurdistan bi awayekî rasterast.

 

  • Destpêkirina civînan di demeke nêzîk de, li ser bingeha mîkanîzmeke taybet ji bo hevrêziya berdewam.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button