Break newsNûçeslide

Serok Barzanî û Kosret Resûl pêwendiyeke telefonî encam dan

Yekîtî Media

Serok Mesûd Barzanî bi mebesta pirsîn li rewşa tendirustiya cîgirê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl Elî bi riya telephone pêwendiyek pêre encam da.

Serok Barzanî di wê pêwendiyê de, kêfxweşiya xwe li ser baştirbûna rewşa tendirustî ya Kosret Resûl da xuyakirin.

Li gorî nûçeyeke nivîsgeha ragihandinê ya Kosret Resûl Elî, di wê pêwendiyê de Serok Barzanî tekezî li ser giringiya rol û pêgeha Kosret Resûl û bandora wî li ser meydana siyasî ya Kurdistanê kir û hêvî xwest di nêzîktirîn derfet de û bi tendirustiyeke gellekî baş vegere nav meydana siyasî.

Ji aliyê xwe ve, Kosret Resûl Elî sipasiya helwesta Serok Barzanî û welatiyên Herêma Kurdistanê kir li ser xemxwariya ku li ser wî kişandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button