NûçeslideUncategorized

Serok Barzanî şanda nîvsgeha karê derve ya ENKS pêşwazkir

Yekiti Media

Şandek ji nivîsgeha karê derve ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ji hêla serok Mesûd Barzanî hate pêşwaz kirin.

Şanda nivîsgeha karê derve ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ji serok nivîsgehê Kamîran Haco û Ibrahîm Biro pêk dihat.

Şanda  nivîsgeha karê derve ya ENKS li gel serok Barzanî pêşhatên dawî yên siyasî li ser asta navdewletî û herêmî gengeşe kirin.

Tê zanîn ku di dema dawî de nivîsgeha karê derve ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS serdana paytextên dewletên zûlhêz kirin û li gel berpirsên pile bilind li wan welatan civiyan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button