Break newsNûçeslide

Serok Barzanî: Referandûm ji bo serxwebûnê ye

Yekîtî Media 11/8/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, referandûm ji bo serxwebûnê ye û ewên dibêjin niha dem bo wê proseyê ne guncaw e, divê ji me re bibêjin kengî guncaw e? yan bidîlê referandûmê çi ye?

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Keya Îzol Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kir.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, Li hevdîtinê de Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê palpiştiya xwe û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji bo referandûm û proseya serbixweyiyê ragihand û eve jî xisterû ku revenda Kurdî ya her çar perçeyan bi coşiyê ve piştevanê referandûmê ne. Her wiha behsa wê bername û kar û çalakiyan kir ku Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi niyaze li Parlemena Swêdê û civînên girseyî û cemawerî li Swêdê û anîna çavdêrên navdewletî ji bo Kurdistanê encam bide.

Li beranber da Serok Barzanî spasî rola Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ya li piştevanîkirina referandûmê kir û destxweşiyê li wan kir. Li axaftina xwe de bal kişand li ser biryara referandûma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku ev biryar biryara xelkê Kurdistanê ye û li encama şikestanîna şeraket û tevafuqa li Iraqê da pêkhatiye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser civîna aliyên siyasiyên Kurdistanê ya li 7 ê hezîrana 2017 ku têda biryar hate dayîn 25ê eylûla 2017 wekî roja encamdana referandûmê bê diyar kirin û bi rojekî bi rûmet li dîroka gelê Kurdistanê de wesifkir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button