Break newsNûçeslide

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Amerîka kir

Yekîtî Media 23/8/2017

Roja sêşemê 22.08.2017 li bajarê Hewlêr birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya James Mattis Wezîrê Berevaniya Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Brett Mcgurk Nûnerê Taybetiyê Serokê Amerîka yê hevpeymaniya şerê dijî Da’îş û Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên Wezareta Berevaniya Amerîkayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên îdarî û siyasî û serbaziyên bilindên Herêma Kurdistanê bûn, Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Berevaniya Amerîka û şanda li gel kir û spasî gel û Hikûmeta Amerîkayê kir ku li şerê terorîstan da yarmetiya gelê Kurdistanê dane û eve jî xisterû ku her wekî çawa ji destpêkê ve li ser şerê terorê sûr buyîn li niha û paşarojê jî da pêdagirê dijayetîkirina terorê dibîn. Her wiha eve jî ragihand ku azadbûna Musil bi wateya tewawbûna Da’îş nîne û teror gefeke berdewame ku sînor nanasê ji bo wê yekê herdem pêwîstiya me bi hemahengî û hevkariya hevdû heye bo ku teror têkbişkê û bandora wê nemîne.

Paşê Wezîrê Berevaniya Amerîka armanca hatina xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî ji bo derbirîna spas û pêzanîna ji bo hêzên Pêşmerge û serxweşî li kesukarê şehîdên Pêşmerge da zanîn û wê yekê dûpat kir ku bi bê Pêşmerge serkeftin li dijî terorîstan pêk nedihat û sûrbûna welatê xwe li ser rûbirûbûna terorê ragihand û wê yekê jî behs kir ku ji bo Amerîka şanaziye ku piştevanê Pêşmerge bûye û hevkarî û hemahengiya di navbera her dû aliyan gelek girînge ji bo mîsoger kirina serkeftinê û daxwaza welatê xwe jî xisterû ji bo pabendbûn û berdewam bûna li beranber dijminê hevbeş ku ew jî terore.

Pirsa referandûm û mafê gelê Kurdistanê ji bo diyarkirina çarenûsê mijareke dinê vê civînê bû û têda Wezîrê Berevaniya Amerîka têgihîştina xwe ji bo kûrahiya maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê û dîrok û xebat û êşên wan xisterû û balkişand li ser nîgeranî û helwesta welatê xwe ya li hember encamdana referandûmê û ragihand ku referandûm dûr bû li pêşbîniyên welatê wan û Amerîka wiha pêşbînî dike ku renge ew prose astengî li ber şerê Da’îş dirust bike û kêşe jî ji bo karê hevbeş ya her dû aliyan li şerê terorê dirust bike. Wezîrê Berevaniya Amerîka danustandina di navbera Hewlêr û Bexda bi babetekî baş zanî û ragihand ku welatê wan piştevanê danustandin û hevdîtinên berdewamiya di navbera Hewlêr û Bexda dike.

Her di derbarê pirsa referandûmê de Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku referandûm babetekî ne şexsî ye û mafê gele û li gel hîç ji prensîpên mafê mirov û demokrasiyê nakok nîne û bi tu awayekî kêşe ji bo şerê terorê dirust nake. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa êşên gelê Kurdistanê kir li jiyana li gel dewleta Iraqê û binpêbûna destûr û nemana prensîpa şeraket û tewafuqê û got jî destûra Iraqê jî wê mafê bi gelê Kurdistanê daye ku li dîbaçeyê da bi rûnî hatiye balkişandin ku pabendbûna bi destûr merce ji bo mayina yekparçeyiya Iraqê.

Serok Barzanî ragihand yekgirtina bi zorê tu demekî serkeftî nebûye û me yekgirtina arezûmendane hilbijard bi merca şeraketê lê belê ji ber ku şeraket serî negirt û bi navê rêgirtina li kêşeyên kûrtir em dixwazin wekî dû cîranên baş li tenîşt hevdû da bijîn. Serok Barzanî eve jî xisterû ku her daxwaziyek ji bo paşxistina referandûmê divê bedîla xwe hebê û ew bedîl jî divê bihêztir bê ji amraza referandûmê.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê bi şêwazê aştiyane û dûrî tundutîjiyê ji bo mîsoger kirina mafên xwe li ber girtiye û li danustandina berdewam dibê ji bo diyarkirina sirûşta peywendiya xwe li gel Iraqê û ji bo wê yekê bigihîn baweriyek ku her dû alî wekî cîran li gel hevdû da bijîn.

Li dawiyê de her dû alî kok bûn li ser berdewambûna peywendiyên dû qolî.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button