Break newsNûçeslide

Serok Barzanî pêşwaziya serokê ENKSê û serkirdeyên partiyên siyasî yên ENKSê kir

Yekîtî Media 31/1/2017

îro roja sêşemê 31çile 2017, li Selahedîn li Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) Ibrahîm Biro û sekreter û nûnerên partiyên siyasî yên di nav ENKSê de kir.

Di hevdîtinê de şanda ENKSê behsa guftûgo û civîna Astana ya li welatê Kazakistanê û helwesta aliyên beşdarbûyên wan guftûgoyên di derbarê paşaroja Sûriye kir. Ronahî jî xistin li ser çalakiyên siyasî û dîplomasî yên ENKSê yên ji bo bergirîkirina li daxwaza rewa yên gelê Kurd li Sûriye kirin.

Herwiha ENKSê di piştevanîkirina hêzên resen û niştîmanperwer ên Kurd li Sûriyê de spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û daxwaz kirin Serok Barzanî ber çavronî û şîretên xwe yên li ser pêşhatên Sûriye û paşaroja Kurd li Sûriye û navçeyê bixe rû.

Di beranber de, Serok Barzanî pêzanînên xwe ya helwest û xweragiriya partiyên siyasî yên di nav ENKSê de nîşan da û tekez li wê yekê kir ku, biryar û paşaroja Kurd li Sûriye li destê wan de dibe, ku rêbazeke wan a rast heye û li ser berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd gavan davêjin. Ev jî xisterû ku bi hemû şiyanek ve palpiştiya daxwaz û mafên gelê Kurd li Sûriye dike û Herêma Kurdistanê jî wekî mal û piştevanê xuşk û birayên Kurd li Sûriye dimîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button