Break newsNûçeslide

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Ibrahîm Biro kir

Yekîtî Media 15/8/2016

îro dûşemê 15.08.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ibrahîm Biro Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir.

Di hevdîtinê de Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye behsa rewşa siyasiya Sûriye kir û herwiha ronahî da li ser rûdana dest biserkirina xwe ya ji aliyê asayişa PYD ve li Rojavayê Kurdistanê hat kirin, û behsa nerazîbûn û xwepêşandana xelkê Kurdistana Sûriyê ya li dijî destgîrkirina wî ji aliyê desthilatdarên PYD kir.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî nerazîbûna xwe beramber wî karê hêzên PYD li dijî Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye encam daye nîşanda, û bi karekî dijî demokrasî firehalî û xeniqandina azadiyê wesif kir û bi şermezar kir.

Li beşekî dinê civînê de tekez li wê yekê kir ku rêgirtina li azadiya siyasî û destgîrkirina kesayetiyên siyasî ji aliyê PYD ve kiryarin ne şaristanîne û dijî bingehên Kurdayetî û niştîmanperweriyê ne, û pêwîste rê lê bê girtin û bi dawî bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button