Break newsNûçeslide

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir

Yekîtî Media 20/6/2017

Roja sêşemê 20.06.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û referandûm û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê nirxandin û di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button