Break newsNûçeslide

Serok Barzanî: Encama referendûmê ya Erê, tê wateya serxwebûna Kurdistanê

Yekîtî Media 7/9/2017

Serokê herêma Kurdistanê Mes’ud Barzanî ragihand, dengdan ji bo referandûmê roja 25ê Îlonê, tê wateya ragihandina serxwebûna Kurdistanê.

Mes’ud Barzanî di civîna bi rojnamevan, nivîskar û hunermendan re li Hewlêrê lidor dema ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê de got, ew roj a gelê Kurdistanê deng dide, ku  25ê Îlonê ye, ew roj tê wateya ragihandina serxwebûna Kurdistanê. Lê hin gavên din dimînin û pêwîst e Serkirdayetîya siyasî ya Kurdistanê kar ji bo bike.

Serokê herêma Kurdistanê Mes’ud Barzanî di heman civînê de amaje bi referandûma serxwebûnê kir û got: ew pêvajo karta fşarê û muzayedeyên siyasî nî ne û dê di 25 Îlonê de referandûm were encamdan, ji bo ku xelkê Kurdistanê biryarê liser çarenivîsa xwe bide.

Serok Barzanî tekez kir ku, tû poşmanbûnek ji bo encamdan a referandûmê nî ne û ew rijd in liser encamdana wê di dema diyarkirî de. Diyar jî kir, referandûm bandorê li ser şerê DAIŞ nake û Pêşmerge amade ne, li her cihekî şerê terorê bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button