Break newsNûçeslide

Serok Barzanî: Dewleta Kurdistanê dê dewleta hemû Kurdistaniyan be

Yekîtî Media 28/8/2017

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji bo Konferansa “Nexşerêya Nû ya Kurdistanê” ku li paytext Hewlêrê de tê organzekirin re rêkir û tê de daxwaziya xwe ji zanîngehên Kurdistanê, ku civata Kurdistanê liser babeta referendûma serxwebûnê zanyar û agahdar bikin anî ziman.

Di Konferansê de gelek pîspor, akademisyen û siyasetmedar beşdarî kirin, bîrûrayên xwe, pêşbînî û hizrên xwe ragihandin.

Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe ya bi bo Konferansê de destnîşankir ku, erk a zanîngehan, sazûmanên zanyariyê di rêya mafê çarenûsa neteweyî de, ronîkirin û zanyarîdan  a civatê ye.

Di peyama xwe de Serok Barzanî balkişand ser ku, “Dewleta Kurdistanê ne tenê dewleta Kurdan, dewleta hemû pêkhate û ol ên li Kurdistanê jiyan dikin e. Dewleta ku piştî 25ê Îlonê tê damezrandin, welatê hemû hevwelatiyên ku li ser xak a Kurdistanê jiyan dikin e…”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button