Break newsNûçeslide

Serok Barzanî: Bi tu awayekî ji biryara referandumê bi paş ve venakişin

Yekîtî Media 22/8/2017

Di berdewamiya zincîreya hevdîtin û civînên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel çîn û tiwêjeyên cuda yên Herêma Kurdistanê, îro ligel hejmareke berçav ji Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, Pêşmergeyên Dêrîn û kesayetiyên civakî civiya û derbarê pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

Di destpêka gotarê de amaje bi wê kir, ku ji ber çi biryara referandûmê derket, ji ber ku ji mêj ve hemû rê hatin taqîkirin û hemû jî biser neketin.

Barzanî got jî, tirsa min heye, daxwaz bikin ku vekişin hêla kesk ya serdema Sedam Husên, piraniya bi wê niyazê ne ji me re bibêjin vegerin wê hêlê, wate Xaneqîn, Kerkûk, Şingal, Mexmûr û navçeyên din ku pêwîst bû li gor madeya 14ê bihatana cibicîkirin.

Lê tevî ku, gûmana li ser Kurdistanîbûna wan navçeyan nebû, lê Bexdayê ew made cibicî nekir û heta DAIŞê hatiye bi kirdayî dabeş bû. Ji bo tûşî şer nebin, me biryara referandûma serxwebûna xwe da. Ji ber ku careke din ji bo federalîz û otonomiyê gelekî heyf e xwîna Kurdekî din birje.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî da, biryara birêvebirina referamdûmê baş bû. 14 sal in jî her ji me re dibêjin niha ne dema wê ye û buhaneyên cuda cuda ji me re derdixin. Ji ber wê bi tu awayekî ji referandûma 25ê Îlonê bi paş ve venakişin.

Herwiha got, heger biser kevin û pişt bi xwedê biser dikevin, wê demê bi dilê xwe dewlet û hikûmeta xwe dadimezrînin. Heger gihêşte pirsgirêk û lêpirsînê, ez berpirsyariyê hildigirim û amade me serê xwe jî bi ser dim.

Barzanî ragihand, em dixwazin dewletekî demokrasî ava bikin ku ji bo hemû pêkhate be û ji wê nîgeraniyê derbiçin û bibine welatekî serbixwe bo neviyên dahatûyî ji wan pirsgirêkan rizgar bibin û bi aramî bijîn.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button