Break newsNûçeslide

Serok Barzanî: Armanca min tenê serxwebûna Kurdistanê ye

Yekîtî Media 6/9/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dema bi dawî hatina erkê xwe eşkere kir û got, dema ku serxwebûna Kurdistanê pêk hat, êdî ewê jî dawî li erkê xwe bîne.

Serok Barzanî ragihand, ew ligel aliyên Îraqî li ser avakirina dewleteke sivîl, demokrat û federal li hev hatine, lê niha ew di nava deweleteke olî û taîfî de dijîn.

Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona El Erebiye ku wê roja pênşemê were belavkirin, got wan gelekî hewil dan ku pirsgirêk negihên biryara referandumê, lê ewê ku niha daxwaza paşxistina referandumê dikin jî, bila alternatîvekî bihêztir pêşkêş bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button